Bûldan: Wê gelê me sibê dîrokê binivise, dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di mîtînga Wanê de axivî û got “Hûn ê sibê dîrokê binivîsin. Wê Partiya Çepên Kesk bi milyonan were.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di mîtînga Wanê de axivî û got “Hûn ê sibê dîrokê binivîsin. Wê Partiya Çepên Kesk bi milyonan were.”
Partiya Çepên Kesk li Wanê bi beşdariya herî kêm sed hezar kesî mîtînga fînalê li dar xist. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di mîtîngê de berê Hevberdevkê bajêr ê Partiya Çepên Kesk Veysî Dîlekçî acivî î got “Gelê Wanê îro hêza xwe anî vê qadê, em bi we serbilind in.” Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiya Kaya jî got, “Em ji bo aştiyê li qadan in. Em edalet û aştiyê dixwazin û em naxwazin kes bimire. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û biçe ser sindoqan."
‘TU HÊZ NIKARE ÎRADEYA GELÊ KURD BIŞKÎNE’
Piştre li ser navê PSK’ê Mesût Tek axivî û got, “Tu hêz nikare vîna gelê Kurd bişkîne. Niha behsa sedsala duyemîn a Komarê dikin. Em komara wan a sed salî ji Zîlan, Dêrsim û Roboskî nas dikin. Ji bo em di heman sedsalê de nejîn, divê em îradeyeke mezin nîşan bidin û dawî li pergala dîktatoriyê bînin. Bijî Kurd û Kurdistan.”
Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyûrek diyar kir ku ew mal bi mal xwe ji bo vê hilbijartinê amade dikin û got, “Gelê me dibêje êdî bes e. Em ji hikumeta 21 salan re dibêjin êdî bes e. Ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan. Em ê Kurdistanê biparêzin û azadiya xwe bi dest bixin. Her ku diçe xizanî heye. Gelê me êdî nikare debara xwe bike. Êdî nikare penîrê xwe yê navdar jî çêbike û diçe ji Îranê penîr dikire. Banga me ew e ku dawî li vê fermanê bê. Piştî ku me desthilatdariya AKP'ê ya 21 salan hilweşand, ji bo qedandina vê hejariyê em ê projeyan çêbikin.”
‘SIBE DÎROK WÊ CAREKE DIN BÊ NIVÎSANDIN’
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî anî ziman ku xelkê Wanê wê îradeyek mezin nîşan bide û wiha got: “Sibe wê bibe rojek xweş. Sibe dîrok wê careke din bê nivîsandin. Sibe hûn ê dîroka Wanê jî û dîroka Tirkiyeyê jî binivîsînin, em ê binivîsînin. Sibe em ê car din bibêjin em li vir in, em ê xwedî li îradeya xwe derbikevin û em ê Çepên Kesk bikin partiya yekemîn a Tirkiyeyê. Ji ber ku ez îro li vir vê dibînim. Xelkê Wanê biryara xwe daye. Niha em qad bi qad geriyan, Em hemû qadên Tirkiyeyê geriyan. Me li her derê peyama xwe da.
Erê em ji xwe bawer in, em ê wan bişînin, em ê dijminê Kurdan bişînin, em yên ku çavê xwe ji komkujiyên jinan re digirin bişînin, em ê dizên xeyalên ciwanan bişînin. Mohra xwe wisa li Çepên Kesk bixin ku aştî, edalet û aramî were welat. Em ê bi dengên xwe wan bişînin. Tansû Çîler duh gotibû, ‘ger Erdogan biçe, wê welat biçe’. Gelo dema tu çûyî, welat ji dest çû? Erdogan jî wê mîna te biçe. Em li vir in, em hebûn û em ê hebin. Em ê yek werin, bibin hezar, em yek bûn, em bûn bi milyonan. Bi sedsal in em li ser vê xakê hebûn û em ê hebin. Em ê rûmet û aştiyê bînin vî welatî.
‘KES NIKARE ME TEHDÎD BIKE Û SERÊ ME BIDE TEWANDIN’
Niha îtîrafkarek heye ku hilbijartinan weke darbeyekê bi nav dike. Ji bo ku darbeyek siyasî bikin, hilbijartinê weke darbeyekê digirin dest. Sibe ew ê demokrasiyê bibînin, ew ê bihara rastîn a vî welatî bibînin. Niha jî ji bo ku dengên gelê Kurd bi dest bixin careke din hewl didin Kurdan nerm bikin. Erdogan di axaftina xwe ya li Êlihê de got, ‘Tu kes nikare gelê Kurd, birayên min ên Kurd tehdît bike.’ Tehdîda herî mezin hûn in, li vî welatî tehdîda herî mezin ji bo Kurdan tifaqa AKP û MHP’ê ye. Belê, kes nikare me tehdîd bike, kes nikare serê me bitewîne. Hûn ê vê yekê bizanibin, fêr bibin, hûn ê vîna gelê Kurd û vê yekê careke din li ser sindoqan bibînin. Yên ku we têk bibin dîsa wê Kurd, jin û ciwan bin. Sibe ew roj e ku çarenûsa me biguhere. Wê çarenûsa Kurdan û Tirkan jî biguhere. Wê çarenûsa jinên ciwan biguhere. Aqûbeta kesên ku li vî welatî tên bindestkirin, paşguhkirin û înkarkirin wê biguhere. Wê çarenûsa karker, cotkar û esnafan biguhere. Ji ber vê yekê dema ku hûn sibê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin, bila tenê çavê we li binê dara Çepên Kesk bin. Dengê xwe tenê ji Çepê Kesk re mohr bikin. Û ji bo hûn Çepên Kesk bişînin meclisê teqez tercîhê xwe bikin. Hûn ê dengê duyemîn jî bidin. Hûn ê Erdoganê ku di wê qesrê de rûniştiye ji holê rakin, ango hûn ê faşîzmê têk bibin. Ji ber vê yekê em dibêjin, 'Dengek ji bo Çepên Kesk, dengek jî ji bo faşîzmê paşve bixin. Em ê li Wanê 8 wekîlan derînin. Desthilatdarî wê têk biçe. Em ê ji bo we, ji bo mafê we, ji bo gotina we biçin meclîsê. Em bi we bawer in, baweriya me bi gelê Wanê heye, ez ji dil bawer im ku em ê teqez bi ser bikevin."
Piştî axaftina Buldan, Ozlem Baglayan û Alî Jiyan konser dan.